Kanûn 26, 2022 14:59 Asia/Tehran
  •  Plana Bin Selman a bigengeşe li Çiyayê Uhudê, erebistanî hêrs kirin

Plana Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistanê ji bo pêkanîna hin guherînan li Çiyayê Uhudê welatiyên erebstanî ji wan çalakên di torên civakî da hêrs kirin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA'yê, Turkî Şehlûb çalakê erebistanî di torên civakî da qala plana Bin Selman ji bo avakirina navendeke dermanî li Çiyayê Uhudê yê dîrokî kir û nivîsî: "Lo miletê heremên pîroz! Misilmanino! Gelo hûn ê razî bibin ku Bin Selman dest bavêje Çiyayê Cebelê? Ji ber ku ew dixwaze vî çiyayî veguherîne navendeke pizîşkî."

Şehlûbî her wiha nivîsî: "Armanca avakirina navendeke pizîşkî li Çiyayê Uhudê tenê navendeke pizîşkî nîne ku di xizmeta gel da be. Ji ber ku cihên din jî hene ku dikarin ji bo çêkirina vê navenda pizîşkî bên bikaranîn. Armanca wî jêbirina pênaseya îslamî ji Erebistanê ye."

Wî her wiha nivîsî: "Eger Bin Selman bikariya Keibe û zirîya pîroz a Hezretê Muhemed (S) veguhezîne derveyî Erebistanê, wî yê ev kar bikira."

Hêjayî gotinê ye, Çiyayê Uhudê çiyayekî dîrokî ye ku duyemîn şerê kafiran li hemberî misilmanên destpêka îslamê li bintarên wî qewmiye.

Çiyayê Uhudê ji wan cihan e ku hecî di dem û rojên Hec û Umreyê da serdana wî wek yadîgarek ji rojên destpêka belavbûna îslamê dikin. Ev çiya xwedan cîgeheke bilind li cem misilmanan e.

 

Serepeyv