Xwenîşandana dije-siyonîstî li Menameyê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338384-xwenîşandana_dije_siyonîstî_li_menameyê_hat_lidarxistin
Gelê Behreynê roja Yekşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî asayîkirina peywendiyan navbera Mename û Til Avîvê derket nav kolanan û li dijî Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2022 07:30 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana dije-siyonîstî li Menameyê hat lidarxistin

Gelê Behreynê roja Yekşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî asayîkirina peywendiyan navbera Mename û Til Avîvê derket nav kolanan û li dijî Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xist.

Xwenîşandana berfireh ji aliyê gelê Behreynê li payexta vî welatî, yekem roja rêûrisma cejna siyonîstan [Hanûka] betal kir.

Hanûka (Hanukkah) an jî Henûka cejneke cihûyan e û bi qasî heşt rojan hema bêje hevdem digel dem û rojên Cejna Krîsmesa xirîstiyaniyan tê lidarxistin.

Her wiha niştecihên Taxa El-Meqşe'yê li rojavayê Menameya paytexta Yemenê li dijî asayîkirina peywendiyan û cejna Henûkayê derketin nav kolanan.

Niştecihên Girava Sitreyê jî tevî hebûna hêzên polîs bi lidarxistina meşekê, hin dirûşme li dijî rejîma Israyîlê ya dagirker û lidarxistina vê cejnê ji aliyê bajaroknişînên siyonîst li Menameyê bilind kirin.

Rayedarên Behreyn û Rejîma Siyonîst di Îlona 2020î da bi amadebûna Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê yê berê li Koşka Sipî, lihevkirinnameya asayîkirina peywendiyan wajo kir.