Kanûn 24, 2022 19:11 Asia/Tehran
  • Êrişa Hevalbendîya Seûdî ser Yemenê hevgavê muzakireyên agirbesê

Hevgavê rawêjkarîya navbeynkarên omanî digel rayedarên Sen’ayê têkildarî agirbesê, mêdyayên yemenî ragihand ku di encama êrişa bi topan a hevalbendîya Seûdî ser bakurê Yemenê da, kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora Şebekeya Al Masireyê, di encama êrişa bi topan a seûdîyan ser devera Reqû li şarê Minbeyê yê ser bi parêzgeha Se’de yê li bakurê Yemenê da, kesek hat kuştin û 12 kes ji wan çend koçberên afîrîqî birîndar bûn.

Ev êrişa di halekî da ye ku desteya omanî wek wekîlê hevalbendîya Seûdî di halê rawêjkarîya digel rayedarên Sen’ayê da ji bo domandina agirbesê li Yemenê ye.

Ji hêla din ve, Serokê Beşa Berevanî û Emnî ya Dezgeha Serokwezîrtîya Yemenê, domandina agirbesê bi pêkanîna 5 daxwazên yemenîyan va girêda.

Celal Rewîşan Serokê Beşa Berevanî û Emnî ya Dezgeha Serokwezîrtîya Yemenê pêgirî kir: Helwesta Yemenê naguhere; asta daxwazan, rakirina dorpêçan, rawestandina destdirêjkerî û şêrr û derketina hemî hêzên bîyanî, dayîna xerameya şêrr û dosîyeya hiqûqî.

Serepeyv