Kanûn 24, 2022 17:55 Asia/Tehran
  • Tabûrên Şehîdên Eqasayê berpirsîya 3 operasyonên dijî sîyonîstan da ustîyê xwe

Koma ‘Tabûrên Şehîdên Eqasayê’ berpirsîya 3 operasyonên dijî sîyonîstan ku li rojavaya Cênînê hatin lidarxsitin, da ustîyê xwe û ragihand ku ew operasyon ji bo hilanîna tola xwîna şehîd ‘Nasir Ebû Hemîd’ hatin lidarxistin.

Tabûrên Şehîdên Eqasayê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku di rojekê da 3 operasyon dijî sîyonîstan li dar xistine û ew operasyon yê bidomin.

Di encama yek ji wan operasyonan da, êrişî mala sîyonîstên tundrê hat kirin û kesên di nav malê da hatin birîndarkirin.

Tabûrên Şehîdên Eqasayê di vê daxûyanîyê da piştrat kir ku hêzên siyonîst ên dagirker ên nêzîkî dîwarê navbirr bi awayekî raseterast dane ber gulleyan.

Ew êrişa li nêzîkî xalên lêgerînê yên Cumle û Anîn’ê qewimîye. Vê komê herwiha ragihand ku ew operasyona wek hilanîna tola xwîna şehîd Nasir Ebû Hemîd li dar xistiye û dîmena operasyonê tam qeyd kiriye.

Şehîd Nasir Ebû Hemîd ê pêncîsalî niştecihê kempa El Em’erî yê bû ku hefteya buhurî di encama sîyaseta serasarîyê ya tîma pizişkî da ku yek ji sîyasetên Birêvebirîya Zîndanên Rêjîma Dagirker himberî girtîyên nexweş e, li nexweşxaneya Esaf Hîrofîyeyê şehîd bû.

Zêde ji 70 êxsîrên filistînî di encama xemsarîya sîyonîstan di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da şehîd bûne ku yê herî dawîn şehîd Ebû Hemîd bû.

Komên Berxwedana Filistînê jî di çarçova parastina amadebûna leşkerî da ji bo sekinîna ihtimalî himberî Rêjîma Sîyonîst, mûşekek li perravên Xezeyê ceriband.

Ji hêla din va, leşkerên sîyonîst berbanga îro êrişî Kampa Cênînê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir û hewil dan ku têkoşerekî filistînî desteser bikin lê bi gulleavêtina berxwedêran, neçar man ku paş da vekişin.

Serepeyv