Kanûn 24, 2022 14:31 Asia/Tehran
  •  Bo cara yekem hêzên misrî derbasî Girava Miyonê ya Yemenê bûn

Çavkaniyekî leşkerî li Yemenê ragihand ku çend roj beriya niha yekîneyeke leşkerî ya ser bi Misrê derbasî girava Miyonê li nav Tengava Bab ul-Mendebê bûn ku ji aliyê hevpeymaniya siûdî-imaratî ya destdirêjker va hatiye dagirkirin.

 

Li gorî rapora IRNAyê, Malpera Arabi21'ê roja Şemiyê ji zarê vî çavkaniyê yemenî ku nexwest ku navê wî were birin, ragihand: Wisa xuya dike ku derbasbûna vê yekîneya misrî destpêkek ji bo hebûna hêzên leşkerî yên Misrê li axa Yemenê ye.

Girava Miyonê li Tengava Bab ul-Mendebê ya li Deryaya Sor e.

Ev kiryar çend roj piştî wergirtina Fermandetiya Hêzên Operasyona Hevpar (153) li Deryaya Sor, Bab ul-Mendeb û Kendava Edenê ji aliyê Artêşa Misrê va pêk tê.

Hêzên Operasyona Hevpar pêkhatî ji hêzên çekdar ên Erebistan, Misr, Imarat, Urdin û Amerîkayê ye.

Artêşa Misrê di destpêka Kanûna 2022an da ragihand: Fermandetiya Hêzên Operasyona Hevpar (153) li Deryaya Sor, Bab ul-Mendeb û Kendava Edenê ji bo têkoşîna li dijî çalakiyên terorîst li van sê qadên deryayî girtiye ustiyê xwe.

 

Serepeyv