Hevpeymaniya Siûdî êrîşî ser Hudeydeya Yemenê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338239-hevpeymaniya_siûdî_êrîşî_ser_hudeydeya_yemenê_kir
Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker di şev û roja derbasbûyî da parêzgeha Hudeydeya Yemenê da ber êrîşên xwe yên asimanî, mûşekî û bi topan.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 19, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî êrîşî ser Hudeydeya Yemenê kir

Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker di şev û roja derbasbûyî da parêzgeha Hudeydeya Yemenê da ber êrîşên xwe yên asimanî, mûşekî û bi topan.

Çavkaniyên yemenî ragihand, Destdirêjkerên Siûdî di şev û roja derbasbûyî da 53 caran agirbesa li parêzgeha Hudeydeyê li rojavayê Yemenê binpê kir. Ev babet pêkhatî ji firrîna 16 balefirên sîxoriyê li ser El-Cebeliyeyê û heşt babetên êrîşên topxaneyê ye ku 25 topên hawanê hatine avêtin.

Çavkaniyên navbirî ragihand, Hevpeymaniya Siûdî her wiha 29 êrîş li ser navçeya Hudeydeyê pêk anîne.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara 2015an va destdirêjiya leşkerî ser Yemenê dest pê kir û ev welata ji hêla asiman, erd û deryayê va dorpêç kir. Heta niha ji ber şerê Yemenê 11 hezar kes bûne gorî.