Kanûn 19, 2022 10:32 Asia/Tehran
  • Sen'a: Tevî agirbesê, diziya deryayî ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va didome

Kompaniya Niftê ya Yemenê bal kişande ser destdanîna ser keştiyên ardûyê yên vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va û got: Tevî ragihandina agirbesê, diziya deryayî ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va didome.

Esam Mutewekil berdevkê Kompaniya Niftê ya Yemenê got: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) sîvaneke piştgiriyê ji bo diziya deryayî ya keştiyên ardûyê îcad dike. Destdanîna ser keştiyên ardûyê dibe sebeba sepandina cezayê li ser keştiyên desteserkirî û ev yek bandorê li jiyana hemwelatiyên yemenî dike.

Mutewekil her wiha got: Binesaziyên Yemenê ji bo hilgirtin û zimhêrkirina ardûya hewce têrê nakin; ji ber vê yekê rewşa raberkirina ardûyê ji ber destdanîna ser keştiyên niftê dikeve bin bandorê.

Berdevkê Kompaniya Niftê ya Yemenê tevî ku daxwaza derbasbûna keştiyên hilgira ardûyê bo bendergeha Hudeydeyê kir û Hevpeymaniya Siûdî û NY wek berpirsa dewama diziya deryayî û dûhatên vî karî zanî, ji NY'yê xwest ku bi awayekî bêterefane diziyên deryayî yên Hevpeymaniya Siûdî vekolîne.

NY li Cîbotiyê navendek ji bo cihanîna mekanîzma "Ceribandina rastiyê û Lêgerînê ya NY'yê" nasyar bi (UNVIM) damezirandiye. Ev mekanîzm ji bo lêgerîn û piştrastbûn ji barê wan keştiyan e ku ber bi bendergehên Yemenê yên di bin kontrola Sen'ayê va diçin.

 

Serepeyv