Kanûn 15, 2022 18:49 Asia/Tehran
  • Yemenê derbara bicihbûna hevalbendîya Seûdî li sînorên wî welatî hişyarî da

Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê li Senayê derbara kiryarên leşkerî-deryayî yê welatên endamê hevalbendîya Seûdî ya dagirker da hişyarî da.

Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê li Senayê, Mihemed Nasir Atifî derbara kiryarên leşkerî yên hevalbendîya Seûdî ya dagirker û Amerîkayê li Deryaya Sor, Bab ul Mendeb, Kendava Eden'ê û avên herêmî yên Yemenê da hişyarî da û pêgirî kir ku Sen'a yê himberî her cure destdirêjîyeke ser serwerîya deryayî ya vî welatî da bersiveke teqil bide.

Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê got ku ewlehîya deryayî li sînorên deryayî yên Yemenê di qonaxa bê da di rêza ewlewîyetên me da ye û pêgirî kir ku Tengava Bab ul Mendeb, Kendava Eden'ê, Behr ul Ereb û komgiravên Seqterî'yê yên Yemenê ne.

Endamê Polîteborîya Tevgera Ensarullah a Yemenê Elî Qehhûm jî derbara bitalukebûna hebûna hêzên amerîkî li Deryaya Sor, Bab ul Mendeb û Kendava Eden'ê da hişyarî da.

Ji hêla din va, Berdevkê Şirketa Niftê ya Yemenê ragihand ku 2 gemîyên din ên nifthilgir ên vî welatî ji hêla welatên endamê hevalbendîya Seûdî ya zorbêj va hatin zevtkirin.

Berdevkê Şirketa Niftê ya Yemenê, Isam Mutewekil ragihand: Hevalbendîya Seûdî ya zorbêj duh danê êvarê 2 gemîyên Yemenê yên nifthilgir zevt kirin û nehîşt ku ew derbasî Bendera Hudeydeyê bibin.

Mutewekil herwiha got: Hevalbendîya zorbêj dizîna gemîyên nifthilgir didomîne û gemîya Kasmogiraf a hilgira benzînê û gemîya Dîtona hilgira mazotê tevî ku di çarçova karên mirovdostîyê da hatibûn barkirin û belgeyên pêwîst ji NY'yê wergirtibûn, zevt kirine.

Serepeyv