Kanûn 14, 2022 18:38 Asia/Tehran
  •  Yehya Sinwar: Rizgarkirina Qudsê gelekî nêzik e

Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Xezeyê di cejna sî û pêncemîn salvegera damezirandina vê tevgerê da got: Rizgarkirina Qudsê gelekî nêzik e.

Li gorî rapora Malpera El-Ehdê, Yehya Sinwar Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Xezeyê got: Em digel Bereya Berxwedanê di mihwerekê da ne û bi zûtî em ê di tevahiya şeran da kêfxweşiya xwe û hêrsbûna siyonîstan bibînin.

Wî got: Gordanên Qesam (baska Hamas'ê ya leşkerî) her dem ji bo rizgarkirina Filitînê tê dikoşe û bereya gelanî ya Berxwedanê jî divê bikare rêya xwe heta rizgarî û vegeriyana awareyan bo Filistînê bidomîne. Ji ber ku rizgariya Qudsê gelekî nêzik e û gel tenê divê sebir bike.

Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê bi gotina vêya ku girtinên vê dawiyê li Rexê Rojavayî yê Çemê Urdinê nîşan dide ku fermandetiya hevahengiya ewlehiyê ya rejîma siyonîst a dagirker îsrar dike ji vê tûnêla tarî derbas bibe, xitabî gelê Filistînê jî got: Gelê me yê li nav erdên dagirbûyî! Bikevin rêzê û bereya xwe ji bo têkoşîna dijî faşîsma siyonîstî hevgirtî bikin.

 

Serepeyv