Kanûn 12, 2022 16:02 Asia/Tehran
  • Barana guj li Mekeya pîroz / Rewşa awarte hat ragihandin

Ji ber barînên gujj li Mekeya pîroz rewşa awarte hatiye ragihandin, dibistan ketine rewşa betlaniyê û hin çavkaniyan hişyarî daye ku rewş li vî bajarî qeyranî dibe.

Di encama rabûna lehiyê li nav kolanên Mekeyê, rayedarên xwecihî hişyarî daye ku qeyranek weke lehiyên bajarê Cedeyê di dawiya Midarê da dê biqewime.

Li pey van barînan, Rêveberiya Perwerdehiyê ya bajarê Mekeyê îro ragihand ku dibistan hatine betalkirin. Erkantiya pêşnimêjên mizgeftên Mekeyê jî bi daxuyaniyekê ji gel xwest ji bo nimêja sibehê neçin mizgeftan û ji ber rewşa awarte li malên xwe bimînin.

Navenda Rêveberiya Qeyranê ya bajarê Mekeya pîroz jî bi daxuyaniyekê ragihand: Ji bo parastina tenduristî û canê xwe, em ji we dixwazin ku heta bidawîhatina vê rewşê li malên xwe bimînin û neçine cihên pirrxeter.

Vê navendê her wiha hişyarî daye ku îhtimal heye ji ber barînên giran elektrîka bajêr qut bibe.

 

Serepeyv