Kanûn 12, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Hemas: Berxwedan tenê bi saya dawîhatina li dagirkeriyê dê were rawestandin

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Berxwedan li Rexê Rojavayî yê Çemê Urdinê dê tenê bi dawîhatina li dagirkeriyê were rawestandin.

Muhemed Hemade berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) roja Yekşemiyê di axaftinekê da got: Gelê Filistînê bi hemî şêwaz û amûran heta qewirandina dagirkeran li cihwarên pîroz û welatê xwe berevanî dike.

Hemade tekez kir: Heta dema hebûna dagirkeriya siyonîstan, şûra Qudsê tê derxistî be û tenê piştî rizgarkirina Filistînê dê têkeve nav kalanê.

Hemade tekezî li ser pabendiya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê derheq berxwedana giştalî ji bo berevaniya ji gel û pîrozweriyên Filistînê kir û ji gelê Filistînê li Rexê Rojavayî, Quds û navçeyên din ên dagirbûyî xwest ku li hemberî dagirkerên siyonîst û cinayetên wan ên berdewam serî rakin.

Endamê Hemasê got: Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) hemî cûreyên asayîkirina peywendiyan û hevahengî û hevkariya ewlehiyê bi dagirkeran ra şermezar dike.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Hegerên destpêbûna Întifazeya sala 1987an hema wisa hene û ev heger ji ber cinayetên berdewam ji aliyê dagirkeran va li Rexê Rojavayî û Qudsê û dewama dorpêçkirina Zîvala Xezeyê zêdetir bûne.

Hemade her wiha got: Mijara hêsîrên li zîndanên Rejîma Siyonîst û azadkirina wan ji babetên pêşî yên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ye.

Li gorî nûçeyeke din, Rejîma Siyonîst di meha derbasbûyî da 490 filsitînî li seranserî erdên dagirbûyî girtine ku 76 kes ji wan zarok û 12 kes jî jin in.

Siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên berfirehxwaziyê her roj êrîşî ser deverên cûr bi cûr li Filistînê dikin û filistîniyan şehîd, birîndar an jî desteser dikin.

Hevdem hin rayedarên Rejîma Siyonîst ragihandiye ku artêşa vê rejîmê tûşî kêmbûna alavên bijîşkî bûye.

Rayedarên Artêşa Rejîma Siyonîst di vî warî da ragihandiye ku artêş tûşî kêmasiya berbiçav a alavên bijîşkî bûye û ev yek dikare bandorê li amadetiya hêzên siyonîst ji bo operasiyonê bike.

Li gorî ragihandina artêşa siyonîst, kêmasiyeke berbiçav digel amûrên heyî hat dîtin ku tenê sedî 50 heta 60ê hewcetiyan nemaze ji bo yekîneyên piştgir dabîn dike.

 

 

Serepeyv