Kanûn 02, 2022 19:10 Asia/Tehran
  • HAMAS: Dagirker dê bi zûtirkê di agirê destdirêjiyên ser Mizgefta Eqsayê de bişewitin

 Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî hişyariya bo siyonîstan derbarê dewama destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê ji filistîniyan xwest ku bila bi awayekî xurt û bihêz û hertim herin nav vê mizgefê.

Muhemed Hemade, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li bajarê Qudsê, daxwaza beşdariya filistîniyan a berfireh û hertimî li hewşên Mizgefta Eqsayê kir û destnîşan kir: Em rewşeke hestyar

derbas dikin, rewşa ku jê re seferberiya hemî filistîniyan pêwîst e. Amadebûna berfireh û dayimî li yekim qibleya misilmana erka her filsitîniyekî ye. Ev amadebûn, pêşiya dewama destdirêjiyên dagirkirên siyonîst ser Beytulmuqedes û Mizgefta Eqsayê digire.

 Berdevkê Hamas'ê li Qudsê tevî teqeziya ser pêwîstiya yekperçetiya hewldanên gelê Filistînê û piştgiriya wan ji Berxwedanê, Rejîma Siyonîst, berpirsa her cure reftara kirêt derheq Quds û Mizgefta Eqsayê da zanî û got hemî çîn û qatên gelê Filistînê piştgiriya rêya berxwedanê dikin.

 

Serepeyv