Mijdar 28, 2022 17:40 Asia/Tehran
  • Amara serhejîner ji 2800 roajn destdirêjiya ser Yemenê

Navendeke mafên mirov li Yemenê ragihand ku ji ber destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî li dijî vî welatî di heyama heft sal û nîvê borî da 18 hezar û 13 yemenî şehîd bûne.

Navenda mafên mirov a Eynê li Senayê ragihand: Di 2800 rojên destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî ser Yemenê da heta niha 18 hezar û 13 yemenî şehîd bûne. Her wiha di vê heyamê da 29 hezar û 660 yemenî jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, di encama destdirêjya Hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê 4 hezar û 61 zarok û 2 hezar û 454 jinên yemenî jî şehîd bûne.

Di vê heyamê da Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker 598 hezar û 737 malên yemeniyan û her wiha 182 zanîngeh û hezar û 679 mizgeft jî xerab kirine.

Di destdirêjiya 2800 rojî ya Hevpeymaniya Siûdî di heyama heft sal û nîvê derbasbûyî da 379 navendên geştyariyê û 415 nexweşxane û navendên dermanî jî wêran bûne.

Hevpeymaniya destdirêjker her wiha hezar û 242 dibistan û navendên fêrkirinê wêran kirine.

Serepeyv