Mijdar 28, 2022 10:30 Asia/Tehran
  • Destdirêjkerên Siûdî binpêkirina agirbesa li Hudeydeyê didomînin

Hevpeymaniya Siûdî ya destdirjker di dewama bêsoziyên xwe da, di 24 saetên derbasbûyî da 33 caran agirbesa di bin çavdêriya NY li Hudeydeya Yemenê binpê kiriye.

 

Odeya efseran û têkilî û hevahengiya ji bo şopandina binpêkirina agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê roja Yekşemiyê ragihand; 5 babetên binpêkirinê bi guleyên hawanê û 26 babetên binpêkirinê bi guleyên cûr bi cûr pêk hatine.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara 2015an va dest bi destdirêjiya leşkerî li ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji erd, asiman û deryayê va kiriye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û çar miliyonên wan jî derbider bûne.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di navbera taximên Sena û Riyazê da ji 18ê Kanûna 2018an li parêzgeha Hudeydeyê ya rojavayê Yemenê dest pê kir; lê hevpeymaniya Siûdî her roj wê binpê dike.

 

Serepeyv