Mijdar 21, 2022 11:25 Asia/Tehran
  •  Hegera êrîşa medyayî ya Israyîlê ser Qetera mazûvana Kupa Cîhanî ya 2022an çi ye?

Çend saet beriya destpêkirina merasima vekirina Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê, rojnameyên israyîlî hevaheng digel medyayên rojavayî, êrîşeke giran birin ser Qeterê.

Li gorî nûçeya Malpera Kanala El-Cezîreyê ya Qeterê, Ev êrîş ji roja yekem ku mazûvaniya Qeterê ji bo pêşbirkên Kupa cîhanî di 12 sal berê da hat ragihandin, dst pê kir û heta niha didome.

Ev êrîş pêkhatî ji raporên bi zanyariyên nedurist derbarê Qeterê û şêwaza reftara wî welatî digel karkeran di çêkirina stadiyûmên Kupa cîhanî û her wiha karîkator û hwd bû.

Rojnamevanên israyîlî jî sernavên weke “Hûn bi xêr hatin Kupa Cîhanî ya Şermê”, “Ev welatê tarî di yek meha pêşerojê da dê bibe welatê herî ron”, “Qeter welatekî dijmin e, ne tenê ji ber hebûna kanala El-Cezîreyê ya hander, belkî ji ber piştevaniya ji ‘Îslama Radîkal’ bi kar anîn.

Di vî halî da, Kanala 13an a televîziyona Israyîlê di raporekê da daxwaz kirk u ji bo pêşbirkên Kupa Cîhanî neçin Qeterê.

Lê bikarênerên ereb di Twitterê da cûreke din difikirin û raporên medyayên israyîlî nîşana hebûna Qeterê di rêya durist dizanin.

Hin bikarêneran bi gotina vê yekê ku Lobiya siyonîstî li pey kampanyaya şerûtiyê li gist welatan e, ev stratejiya Israyîlê wek dûhata têkçûna ramana siyonîzmê da zanîn.

 

Serepeyv