Rûpelên têkildarî kanala El-Meyadînê hatin hekkirin
Mijdar 18, 2022 13:45 Asia/Tehran
Kanala televîziyonî ya El-Meyadînê qala hekbûna rûpelên vê kanalê kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Li pey hekbûna rûpelên kanala El-Meyadînê hin nûçeyên derew li van rûpelan hatin weşandin ku nûçeya qewimîna teqînê li balefirgeha Beyrûtê yek ji wan bû.
Di vê raporê da hatiye, gefên li dijî El-Meyadînê û weşandina dîmenên serçeteyên DAIŞê ji babetên din ên weşandî di rûpelên vê kanalê da bûn.
Behiye Helawî Rêveberê beşa El-Meyadînê ya online got: Dibe destê beşên teknîkî yên welatên din di vê hekkirinê da hebe.