Hamas tekezî li ser cîbicîkirina "Daxuyaniya Cezayêrê" û bidawîkirina nakokiyên navxweyî dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337661-hamas_tekezî_li_ser_cîbicîkirina_daxuyaniya_cezayêrê_û_bidawîkirina_nakokiyên_navxweyî_dike
Yek ji rêberên tevgera Hemasê tekezî li ser amadebûna vê tevgerê ji bo cîbicîkirina daxuyaniya Cezayêrê derbarê lihevkirina niştimanî û bidawîkirina nakokiyên navxweyî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2022 13:11 Asia/Tehran
  • Hamas tekezî li ser cîbicîkirina

Yek ji rêberên tevgera Hemasê tekezî li ser amadebûna vê tevgerê ji bo cîbicîkirina daxuyaniya Cezayêrê derbarê lihevkirina niştimanî û bidawîkirina nakokiyên navxweyî kir.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya rojnama El-Quds El-Erebî, Ebû Merzûq bal kişande ser îradeya Hemasê û amadebûna wê ji bo pêkanîna yekitiya niştimanî û cîbicîkirina daxuyaniya Cezayêrê û got: qonaxa niha pêwîstî bi bidawîanîna hemû nakokiyan û rûbirûbûna rêjîma dagîrker heye.

Heyeta Hemasê bal kişande ser êrişên rojane û armanckirî yên Rejîma Siyonîst ser nişteciyên Şerîeya Rojava û cinayetên hêzên dagirker li dijî filistîniyan û got: bijardeya rûbirûbûnê baştirîn bijarde ji bo rûbirûbûna bi Rejîma dagîrker re û têkbirina komployên wê ye.

Komên filistînî êvariya pêncşemê li Cezayêrê civîna dawî ya "Hevgirtina ji bo lihevkirina netewî ya Filistînê" li dar xistin û komên filistînî rola Cezayêrê û serokomarê vî welatî li yekkirina van koman û helwesta vî welatî li piştgiriya ji doza Filistînê nirxand.

Van komên filistînî "Daxuyaniya Cezayêrê" îmze kirin û li ser girîngiya yekitiya neteweyî wekî prensîba bingehîn li berxwedana li hember Rejîma Siyonîst û beşdariya siyasî di navbera komên filistînî bi riya hilbijartinan sekinîn.