Mijdar 12, 2022 17:38 Asia/Tehran
  • Êrîşa artêşa siyonîst ser Şerîeya Rojava

Leşkerên siyonîst êrîşî beşdarên meşa Filistîniyan li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê kirin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya malpera Filistînê El-Yewm, hêzên Rejîma Îsraîlî meşa filistîniyan li Beyt Decenê li rojhilatê Nablusê ya li dijî avakirina bajarokan tepeser kirin.

Li gorî vê raporê, hêzên Rejîma Îsraîlê bi bombeyên dengdar û gaza rondikrêj êrişî xwenîşanderên filistînî kirin û di van êrişan de bi dehan filistînî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, xwenîşanderên filistînî bi duruşmên xwe avakirina bajarokan şermezar kirin û daxwaza xurtkirina berxwedana gel û têkoşîna li dijî dagîrkeriya siyonîstan kirin.

Welatiyên Filistînî ji saziyên hiqûqî û însanî xwestin ku ji bo rawestandina van êrîşan bi ciddî tevbigerin.

Serepeyv