Mijdar 09, 2022 20:53 Asia/Tehran
  • Êrîşên koalîsyona Siûdî yên li ser Hudeydeya Yemenê dewam dikin

Çavkaniyên yemenî sibeha çarşemê ragihandin ku hevalbendiya siûdî di şev û rojekê de bi êrîşên esmanî, mûşekî û topxaneyî deverên parêzgeha Hudeydeya Yemenê kirine armanc.

Li gorî rapora roja çarşemê ya El-Masira; Odeya operasyona artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Hudeydê ragihand ku dronên keşfê û sîxurî yên hevpeymaniya siûdî derbasî esmanê herêmên Cebeliye û Heysê bûn û dest bi dewriyeyê kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dronên keşfê û çekdar ên koalîsyona Siûdî 2 caran herêmên Heys û Cebeliyê kirine hedef.

Ev raport amaje bi wê yekê jî dike ku êrîşên mûşekî yên hevpeymaniya siûdî li navçeyên curbicur ên parêzgeha Hudeydê berdewam in û topxaneyên hevpeymaniya siûdî jî navçeyên Heys û Cebeliyê li parêzgeha Hudeydê kirine armanc.

Agirbesta li Yemenê ku ji aliyê Koalîsyona Siûdî ya êrîşkar ve gelek caran hatiye binpêkirin, piştî şêwirên Neteweyên Yekbûyî, beriya niha careke din hate dirêjkirin. Di 2’ê Tebaxê de dirêjkirina 2 mehan a vê agirbestê bi dawî bû, ku careke din hate dirêjkirin û di 2’ê Cotmehê de bi dawî bû û careke din nehat dirêjkirin.

Serepeyv