Mijdar 07, 2022 09:22 Asia/Tehran
  • Di Cotmeha 2022an da 46 kes ji ber bombeyên hûşî yên destdirêjkeran li Yemenê hatine kuştin an birîndar bûne

Navenda Cihanînê ya Jêbirina Mînan a Yemenê ragihand, di Cotmeha bihurî da 18 kes ji ber teqîna mîn û bombeyên hûşî hatine kuştin û 28 kes jî birînar bûne.

Li gorî rapora Kanala El-Mesîreyê, Navenda Cihanînê ya Jêbirina Mînan a Yemenê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Teqîna mîn û bombeyên hûşî yên bicihmayî ji êrîşên hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker bûye sebeb ku 219 kes bên kuştin û 424 kes jî birîndar bibin.

Navenda Cihanînê ya Jêbirina Mînan a Yemenê her wiha ragihand: Bernameya NY ji bo pergala peydakirina mînan ti alîkariyek bo Yemenê nekiriye û dewama rêgirtin li anîna vê pergalê zirarên giran li yemeniyan dixe.

Li gorî vê raporê, hezar û 19 kes ji wan 115 zarok û 39 jin ji ber teqîna bermahîkên bombeyên hûşî hatine kuştin û 2 hezar û 822 kes jî birîndar bûne.

Di vê raporê da hatiye: Bikaranîna bombeyên hûşî ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va ziyan gihandiye bi sedan hektar zeviyên çandiniyê yên gelê Yemenê.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara 2015an va destdirêjiya leşkerî li ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, asimanî û deryayî li ser vî welatî dest pê kiriye. Ji ber êrîşa Erebistanê û hevpeymanên wê li ser Yemenê heta niha zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne; Her wiha ev şer bûye sebeba awarebûna bi miliyonan yemeniyan.

 

Serepeyv