Mijdar 06, 2022 10:43 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna ciwanekî filistînî û birîndar bûna 60 filistîniyên din li Şerîeya Rojava

Kanala siyonîstî ya "Kan" şehîdbûna ciwanekî filistînî li bakurê Ramellahê ragihand. Herwiha medya Filistînî jî ji birêndarbûna 60 filistîniyan li Şerîeya Rojava xeber da.

Kanala siyonîstî ya "Kan" şeva şemiyê ji şehîdbûna ciwanekî filistînî û birîndarbûna filistîniyekî din li bakurê Ramallahê agahî da.

Pêştir jî ajansa nûçeyan a “Şehab” a filistînî ragehandibû ku 2 filistînî li nêzîk bajarê “Sencel” li bakûra Ramellahê ji aliyê siyonîstan ve hatine gullebarankirin ku rewşa yekî ji wan nebaş e.

Medyaya Filistînê herwiha ragihandibû ku şeva şemiyê bi dehan xwendekarên zanîngeha Birzeytê ku li deriyê bakurê bajarê El-Birehê xwenîşandan kiribûn, rastî êrişa hêzên siyonîst hatin.

Heyva Sor a Filistînê roja Yekşemê ragihand ku di êrîşa hêzên siyonîst ser xwenîşanderên filistînî de 50 kes bi gazên hêstirêj ketin rewşa xeniqînê û 9 kes jî ji aliyê serê û destên xwe şewitîn.

Li gorî vê raporê, li nêzîk zanîngeha Quds a bajarê Ebûdîs li rojhilatê Qudsê, kesek bi gulla rasterast birîndar bûye.

Armanca kombûna Filistîniyan bersivdana bangewaziya ku saziyên akademîk bi armanca parastina bîranîna şehîdên Şerîeya Rojava dabûn, bû.

Serepeyv