Mijdar 05, 2022 16:21 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst qada asimanî ya Libnanê binpê kir

Çavkaniyên libnanî qala ketina balefirên şêrr û xwefirrên artêşa Rejîma Siyonîst bo qada asimanî ya vî welatî kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Malpera El-Neşreyê, Êvara Înê çend balefirên şêrr û xwefirrên Rejîma Siyonîst derbasî asimanê Libnanê bûn.

Artêşa Libnanê bi daxuyaniyekê di vî warî da ragihand: Êvara Înê 4 balefirên şêrr ên artêşa Rejîma Siyonîst û çend xwefirrên sîxoriyê destdirêjî li qada asimanî ya Libnanê kir û piştî gerriyana li asimanê vî welatî vegeriyan nav erdên dagirbûyî.

Hêjayî gotinê ye ku qada asimanî ya Libnanê di salên derbasbûyî da bi caran ji aliyê Rejîma Siyonîst va hatiye binpêkirin; lê civakên navneteweyî ti bertekek di vî warî da nîşan nedaye.

 

Serepeyv