Koalîsyona Erebistana Siûdî êrîşî Hudeyda Yemenê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337454-koalîsyona_erebistana_siûdî_êrîşî_hudeyda_yemenê_kir
Koalîsyona Siûdî herêmên parêzgeha Hudeyde ya Yemenê bi êrîşên hewayî, mûşekî û topan hedef girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Koalîsyona Erebistana Siûdî êrîşî Hudeyda Yemenê kir

Koalîsyona Siûdî herêmên parêzgeha Hudeyde ya Yemenê bi êrîşên hewayî, mûşekî û topan hedef girtin.

Ji Adara 2015`an heya niha ve, şerxwaziya Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan hezar yemenî û awarebûna çar milyon kesên din.

Agirbesta ku li Swêdê di navbera şanda Sena û şanda Riyazê de hat girêdan2,18ê Kanûna 2018ê li parêzgeha Hudeyda li rojavayê Yemenê dest pê kir, lê hevpeymaniya siûdî her roj wê agirbestê binpê dike.

Li gorî rapora El-Mesire`ê, Odeya operasiyona artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Hudeydê li raporekê ragihand ku balafirên keşfê û sîxuriyê yên hevalbendiya siûdî li esmanê Al Cebeliye û herêma Heysê ketine dewriyeyê.

Ev raport amaje bi wê yekê jî dike ku êrîşên mûşekî yên hevpeymaniya siûdî li navçeyên curbicur ên parêzgeha Hudeydê berdewam in û topxaneyên hevpeymaniya siûdî jî navçeyên Heys û Cebeliyê li parêzgeha Hudeydê kirine armanc.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di encama êrişên topxaneyên hevpeymaniya siûdî li ser cihên niştecihbûnê li devera El-Cebeliyê 2 sivîl birîndar bûne.