Mijdar 03, 2022 14:56 Asia/Tehran
  • Bersiva têkoşerên filistînî li hember cinayetên siyonîstan li Cenînê

Li hember cinayeta Rejîma Siyonîst, şervanên filistînî êrişî xala pişkinînê ya leşkerî ya vê rejîmê li bakurê Cenînê kirin.

Ev çendîn sal in ku siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên zêdexwazî û dagîrkirî her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd û birîndar dikin an jî digirin.

Şervanên filistînî jî bi her awayî bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin û vê yekê jî şert û mercên taybet ji bo siyonîstên dagîrker li navçên dagirkirî pêk aniye.

Li gor nûçeya Felesin Al-Yawm, çekdarên filistînî êrîşî xala kontrolê ya leşkerî ya "El-Celme" li bakurê Cenînê kirin û gulle berdan leşkerên Rejîma Îsraîlê.

Derbarê ziyanên malî û canî yên vê êrîşê de heta niha ti raporek nehatiye belavkirin.

Ji aliyeke din ve leşkerên siyonîst li xala kontrolê ya Dora ya Hebronê welatiyekî filistînî yê 39 salî bi gullan birîndar kirin.

Serepeyv