Cotmeh 30, 2022 13:04 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Dijminên Îranê dê careke din bêhêvî bibin

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, li ser meşa mezin a gelê Îranê li roja Îniyê ya oxirkirina meytên şehîdên kiryara terorîstî li Şahçiraxê ya Şîrazê got: Ev meşa mezin nîşan da ku dijminên Îranê careke din bêhêvî dibin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, êvara şemiyê  derbarê dawîn pêşhatên Lubnan û Îranê û rûdanên navçê de gotûbêj kir.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişand ser meşa mezin a gelê Îranê li roja Îniyê û merasîma oxirkirina şehîdên bûyera terorîstî li Şîrazê û got: Ev meşa han peyameke bihêz e ji aliyê miletê mucahid û bi sebir ve ji bo hemû komplogeran ku hûn bi miraz û xeyalan piştgerm in.

Nesrullah destnîşan kir ku hebûna gelê mezin li meydanê û helwestên bibiryar ên ku hatin bikaranîn, destpêka bersivdayîna bi biryar e ji bo kesên ku di vê fitne û komployê de cih girtine.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di berdewamiya axaftina xwe de lihevkirina li ser diyarkirina sînoran bi Rêjîma Siyonîst re bûyerek dîrokî wesif kir.

Nesrullah amaje bi kêşeya sînorên deryayî kir û got: Ev sînor di destpêka sedsala 20`an de ji aliyê Brîtanya û Fransayê ve bêyî berçavgirtina îradeya Lubnanî û Filistîniyan hatin diyarkirin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got: Hikûmeta Lubnanê bi çavdêriya parlemanê xeta 23`an weke sînor destnîşan kir û ji ber gelek sedeman me weke aliyê berxwedanê destwerdana van danûstandinan nekir û her tiştê ku dewleta Lubnanê bi fermî nas bike emê pêbend bibin.

Serepeyv