Cotmeh 21, 2022 15:55 Asia/Tehran
  • Di heyama agirbesê da 395 yemenî ji ber teqîna mînê bûne gorî

395 welatiyên yemenî di heyama agirbesê da ji ber teqîna mînên bicihmayî ji destdirêjiyên Hevpeymaniya Siûdî canê xwe ji dest daye an birîndar bûne.

Navenda Paqijkirina Mînan a Yemenê roja Înê bi daxuaniyekê ragihand, hejmara goriyên mîn û bombeyên hûşî yên bicihmayî ji destdirêjiyên Hevpeymaniya Siûdî di heyama agirbesê da, zêdetirî 395 kes bûye.

Navenda Paqijkirina Mînan a Yemenê ragihand ku hejmara goriyên zarok 131 û yên jin jî 26 kes bûye.

Destdirêjiyên Amerîka, Erebistan û Imaratê li ser Yemenê hema wisa didomin û aniha bi sûdwergirtin ji bêdengiya NY rê li ber anîna amûrên peydakirina mîn û bombeyên hûşî bo Yemenê tê girtin; ev karê welatên destdirêjker nîşana asta tekeziya wan li ser rijandina xwîna yemeniyan bi her rêya pêkan e.

Yemen di heyama salên destdirêjiya leşkerî ya Hevpeymaniya Siûdî li ser vî welatî, sê miliyon mîn û bombeyên bicihmayî ji şêrr bêbandor kirine.

 

Serepeyv