Cotmeh 17, 2022 16:49 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê: Însiyatîva qeyrana Yemenê di destê Sen'ayê da ye

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê tekez kir: Sen'a tenha jêderk e ku xwedan însiyatîva ji bo çareseriya qeyrana Yemenê ye.

Ebdulezîz Bin Hebtûr Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Însiyatîva ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê li dewsa paytextên welatên hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ji Sen'ayê dest pê dike.

Bin Hebtûr her wiha got: Serhildana 21ê Îlona 2014an bi rêbertiya seyid Ebdulmelik Bedredîn El-Husî vîna serhildanên din ên Yemenê zêde kir û hitbara şehîdên Yemenê vejiyand.

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê bi gotina vêya ku serhildana 14ê Cotmeha 1963an li dijî koledariya Inglîzê bû bingehek ji bo yekîtiya Yemenê, got: Azadkirina başûrê Yemenê bi bereketa beşdariya hemî çîn û qatên gelê Yemenê pêk hat.

Agirbesa Yemenê ku bi caran ji aliyê Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî va hatiye binpêkirin, lipey şêwirînên NY beriya vêya carekê hatibû dirêjkirin. Dirêjkirina 2 mehî ya vê agirbesê roja 2ê Tebaxa 2022an bi dawî bû ku careke din hat dirêjkirin û roja 2ê Cotmehê bi dawî hat.

Serokê Komîteya karûbarên hêsîran li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê jî li ser cihanîna tam a lihevkirina digel Erebistanê derbarê azadkirina hêsîran tekez kir û got: Em pêkanîna danûstandina yekalî li ser xêra erebistaniyan qebûl nakin.

Ebdulqadir Murteza Serokê Komîteya karûbarên hêsîran li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê îro derbarê serdana taxima erebistanî bo Sen'ayê û serdana taximeke Sen'ayê bo Riyazê ji bo azadkirina hêsîrên du aliyan, got: Taxima şandî ya Komîteya Neteweyî ya Hêsîrên yemenî li ser cihanîna tam a lihevkirinê û eva ku pêkanîna danûstandina yekalî li ser xêra erebistaniyan napejirîne tekez dike û ev heman tişt e ku di lihevkirina Urdinê da hat destnîşankirin.

Murteza her wiha got: Li prêzgeha Marebê rê li ber serkeftina vê lihevkirinê digirin û hikûmeta Siûdî eger dixwaze lihevkirinê temam bike, divê van kirêgirtiyan neçar bike ku lihevkirinê bi cih bînin.

 

 

Serepeyv