Cotmeh 16, 2022 22:10 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna ciwanekî Filistînî li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê

Ciwanekî filistînî ji ber gullebarana leşkerên siyonîst li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê ji ber birînên giran şehîd bû.

Li gorî rapora malpera Şehab News`ê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê danê sibeya vê yekşemê bi daxûyaniyekê şehîdbûna ciwanê filistînî Ehmed Mihemed Davûdê 30 salî li gundê Qerawa Banî Hesen li rojavaya Selefiyê ragihand.as

Ev xortê filistînî duh piştî nîvro, li pevçûnên rojavaya Nablusê bi gulleyên leşkerên siyonîst birîndar bû û di dawiyê de îro danê sibê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Di pêşhateke din de, çavkaniyên filistînî îro danê sibê ragihandin ku 4 leşkerên siyonîst piştî ketina jeepeke Rêjîma Siyonîst birîndar bûn.

Kanala 14 a siyonîstî ragihand ku sibeha îro Yekşemê li nêzîkî bajarê Karnî Şîmronê tirimpêla leşkerî ya artêşa siyonîst wergeriya û di encamê de 4 leşker birîndar bûn.

Serepeyv