Cotmeh 16, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna bi dehan Filistînî li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji despêka vê salê heya vê demê 171 filistînî di şerê bi hêzên rejîma siyonîst re li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê û zîvala Xezeyê şehîd bûne.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, hevdem ligel zêdebûna aloziyan li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di raporekê de ragihand, ku ji destpêka îsal ve heta niha 171 filistînî di şer û pevçûnên ligel hêzên dagîrker ên Îsraîlê de şehîd bûne û parêzgeha Cenînê bi 46 şehîdan di nava hemû parêzgehên Şerîeya Rojava de xwediyê hejmara herî zêde ya şehîdan e.

Midûrê Beşa Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê "Muhemed El-Ewaudeh" diyar kir ku li Şerîeya Rojava 120 û li Zîvala Xezeyê jî 51 kes şehîd bûne.

Vî rayedarê filistînî diyar kir ku ji destpêka îsal ve heta niha 800 birîndar ji deverên cuda yên Şerîeya Rojava bo nexweşxanan hatine veguhestin ku gulle li ser û sîngê hin ji wan ketine ku ji ber viya rewşa wan giran e.

Li bajar û gundên Şerîa Rojava di hefte û mehên borî de şer û pevçûnên dijwar di navbera filistîniyan û dagirkerên siyonîst de qewimîn ku piraniya wan şer û pevçûnên çekdarî bûn. Di van şer û pevçûnan de hejmareke zêde ya leşker û şêniyên siyonîst hatine kuştin û birîndar bûne.

Serepeyv