Cotmeh 15, 2022 11:14 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna du filistîniyan û birîndarbûna 66 filistîniyên din li deverên curbicur

Di encama êrişên hovane yên leşkerên siyonîst de li erdên filistînî dixtorek û ciwanekî filistînî şehîd bûn û 66 filistîniyên din jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina IRNAyê, Di encama êrişên leşkerên siyonîst li bajarokên Beyt Decen, Beyta û Heware li Nablusê de 66 filistînî birîndar bûn.

Di vê derbarê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê roja îniyê ragihand ku pizîşkekî rizgarker ku danê sibê li ber nexweşxana dewletê ya Cenînê bi gullên leşkerên siyonîst ji serê xwe birîndar bibû, şehîd ket.

Ji aliyê din ve ajansa fermî ya Filistînê (Wafa) di daxuyaniyekê de ji zarê Wezareta Tenduristiyê ragihand ku Qeys Îmad Şucaiye ciwanê 23 salî li nêzîkî kampa El-Celzûn bi gullên dagirkerên Qudsê şehîd bû.

Li gorî vê raporê, hêzên dagirker ên siyonîst termê vî xortî dîl girtine û hêzên artêşa siyonîst êrişî devera “El-Zahiya”yê kirine.

Radyoya Artêşa Siyonîst di twîteke xwe de îdia kir ku li bajarê Beyt Îl li nêzîkî Ramellahê bûyereke gulleavêtinê rû da û di encamê de siyonîstek birîndar bû.

Şerîeya Rojava bi taybetî bajarên “Nablûs” û “Cenîn”ê şahidê rageşiya zêde ye, ku artêşa siyonîst li wir bi dehan filistînî şehîd kirine.

Rewşa bajarê Qudsê yê dagirbûyî jî ji ber êrişên bi dû hev ên bajaroknişînên siyonîst ser Mescîda Eqsayê li hîn aloz e.

Serepeyv