Cotmeh 12, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Leşkerekî Rejîma Îsraîlê bi destê berxwedêrên Filistînê hate kuştin

Leşkerekî Rejîma Siyonîst li Nablusê bi destê şervanên Filistînî hat kuştin.

Radyoya Artêşa Siyonîst roja çarşemê ragihand ku filistîniyek li berteka li hember kiryarên dijminane yên hêzên Îsraîlê, li nêzîkî bajaroka Şavî Şemron li Nablusê, teqe li leşkerên siyonîstî yên li ser pîkapê kir û di encamê de leşkerekî siyonîst ji ber xedarbûna birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê leşkerî yê rojnama Yedîot Ahronot a bi zimanê Îbranî jî di raportekê de nivîsîbû ku duh piştî nîvro (sêşemê) ev serbaz ji aliyê destê xwe ve ketiye ber gullan.

Beriya vê siyonîstan tenê li başûrê herêmên dagirbûyî û li herêma Xezeyê bi filistîniyan re diketin nava şer pevçûnan, lê niha Şerîeya Rojava ya li rojhilatê Filistînê ji ber ku çek ketine destê ciwanên wê bûye kemîngeha li dijî sîyonîstên tirsonek ku vê yekê xew ji çavên wan revandiye.

Serepeyv