Cotmeh 11, 2022 23:16 Asia/Tehran
  • Qebûlkirina plana xêzkirina sînorên deryayî yên Rêjîma Siyonîst bi Lubnanê re

Rêjîma Siyonîst û dewleta Lubnanê li ser reşnivîsa dawî ya xêzkirina sînorên deryayî ku bi navbeynkariya Amerîkayê hat kirin, li hev kirin.

Ofîsa Serokomariya Lubnanê, îro Sêşemî 11ê Cotmehê, bi weşandina daxûyaniyekê derbarê reşnivîsa dawî ya diyarkirina sînorên deryayî yên li gel Rejîma Siyonîst bi navbeynkariya Amerîkayê ragihand ku belgeya fermî, dawî û serastkirî ya ku ji hêla navbeynkarê Amerîkî "Amos Hochstein" ve hatî pêşkêş kirin derbarê rêkeftina li ser xêzkirina sînorên deryayî de li başûrê  ji Elias Busab wergirt.

Di dewama vê daxuyaniyê de diyar bû ku versiyona dawî ya pêşnûmeyê ji bo Lubnanê têrker e, daxwazên wê bi cih tîne û mafên wê yên samanên xwezayî diparêze.

Ji aliyê din ve îro Serokwezîrê Rejîma Siyonîst Yaîr Lapid jî ji qebûlkirina plana dawî ya navbeynkarê Amerîkayê ya ji bo xêzkirina sînorên deryayî yên bi Lubnanê re ragihand û razîbûna Telavîvê derbarê wê diyar kir.

Di heman demê de, medyayên siyonîstî li hember rêkeftina diyarkirina sînorên deryayî bi Beyrûtê re, li bara çalakiyên firokeyên bêfirokevan ên tevgera Hizbullaha Libnanê li dijî artêşa vê rejîmê hişyarî dan.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera "El-Mayadîn"ê, medyayên Îbranî ji siyonîstan re gotin: Hizbullah dê firokeyên bêfirokevan ên xwe li pêşberî artêşa Îsraîlê bi cih bike û wan bi kar bîne; Heman tişta ku Rûsya li Ukraynayê dikin.

Ji Cotmeha sala 2020an va muzakireyên teknîkî yên Rêjîma Siyonîst û Lubnanê ji bo çareserkirina kêşeyên sînorên deryayî bi navbeynkariya Amerîkayê destpê bûn.

Serepeyv