Hemasê bertek nîşanî bêrêziya siyonîstan li Qurana pîroz da
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bertek nîşanî bêrêziya bajaroknişînên siyonîst derheq Qurana pîroz û şewitandina hin nisxeyên wê li navçeya El-Xelîlê da.
Çavkaniyên filistînî vê nîvrojê ala bêrêziya bajaroknişînên siyonîst li Qurana pîroz li bajarê El-Xelîlê yê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kir.
Ebduletîf Qanû', berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê bi daxuyaniyekê tekez kir: Şewitandina Quranê kiryareke cinayetkarane û destdirêjiyeke kêmdîtî ji aliyê bajaroknişînan e û divê bersiva vî karî were dayîn.
Qanû' her wiha got: Ev kiryara nijadperestane û îhanetbar nîşan dide ku dijminê siyonîst û bajaroknişînên dagirker li dû şerekî dînî ne ku Îslam kiriye armanc.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê her wiha got: Şewitandina Quranê hevdem digel destdirêjiya li ser Mizgefta Eqsayê, kiryarek e ku hestên misilmanan birîndar dike.
Li gorî nûçeyeke din, Yûnî Bin Munahîm rojnamevanê siyonîst mukir hat ku bakûrê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi tamî ji bin kontrola Rejîma Siyonîst û Rêxistina Xweser a Filistînê derketiye.