Cotmeh 08, 2022 14:47 Asia/Tehran
  • Li Cenînê nûciwanekî Filistînî şehîd ket

Eskerên Rejîma Siyonîst nûciwanekî filistînî li kempa Cenînê şehîd kirin.

Li gorî vê raporê, hêzên siyonîst mala filistînîyekî li kempa Cenînê dorpêç kirin.

Di heman demê de, çekdarên tabûra Cenîn a girêdayî Seraya El-Quds ser bi  Tevgera Cîhada Îslamî û Ketîbeya Şehîdên El-Eqsayê ya girêdayî Tevgera Fetih jî li hemberî êrîşa leşkerên siyonîst û dewriyeyên wan sekinîn û derbeyên giran li wan xistin û siyonîst û maşînên wan ên dewriyeyê bi gelek bombeyan hedef girtin.

Şer û pevçûnên di navbera hêzên siyonîst û filistîniyan li kampa Cenînê hîn dewam dikin.

Leşker û niştecihên siyonîst yên bajarokan her roj gelê mezlûm ê Filistînê bi hincetên cuda dikujin, birîndar dikin yan jî binçav dikin; Filistînî jî li hemberî cinayet û sûcên siyonîstan operasyona berxwedanê li dar dixin.

Serepeyv