Cotmeh 03, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Nûnerê NY: Tu lihevkirinek ji bo dirêjkirina agirbesê li Yemenê pêk nehatiye

Şandiyê taybet ê Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Yemenê bi gotna vê yekê ku tu lihevkirinek ji bo dirêjkirina agirbesê pêk nehatiye, got: Ez ê gotûbêja digel hemî aliyên pevçûnê li Yemenê ji bo bidestxistina lihevkirineke bilez bidomînim.

Hans Grûndbêrg, Şandiyê taybet ê Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Yemenê got: Agirbesa berdewam dikare gelek feydeyan ji bo niştecihan dabîn bike û ew ê hewildanên xwe digel hemî aliyan ji bo peydakirina rêkarê bidomîne.

Dirêjnekirina agirbesê di rewşekê da ye ku Muhemed Ebdulselam serokê taxima gotûbêjker a Yemenê hin nûçeyên medyayan derbarê dirêjkirina agirbesê nedurist zanî.

Taxima gotûbêjker a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê êvara Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevpeymaniya Siûdî li dû aştiya li Yemenê nîne.

Di daxuyaniya vê taximê da hatiye: Yemen di heyama agirbesê da derheqê binpêkirinên berdewam ser hemdê xwe ma da ku derfeteke zêdetir bo hewildanên NY û welatên din raber bike.

Pêştir Mehdî Meşat Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê gotibû ku agirbesa Yemenê ji ber binpêkirinên wê yên berdewam ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va hema bêje ji holê rabûye.

Serepeyv