Îlon 19, 2022 17:21 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Hizbullahê: Amerîka rê li ber pêşketina Libnanê digire

Serokê Konseya Cihanînê ya Hizbullaha Libnanê Amerîka tawanbar kir ku rê li ber pêşketina welatê wî digire.

Seyid Haşim Sefiyedîn, Serokê Konseya Cihanînê ya Hizbullaha Libnanê got: Amerîka di dema niha da cinayeteke mezintir ji cinayeta dorpêça xwe li dijî Libnanê pêk tîne û rê li ber hereketa ber bi pêş a Libnanê digire û dixwaze ku li hemberî her rêkareke ji bo çareserkirina qeyrana vî welatî astengiyê derxîne.

Vî rayedarê Hizbullaha Libnanê got: Libnan ti wextî welatekî îflasbûyî nebûye û ev tê vê wateyê ku ev welata xwedanê hin darayî û çavkaniyan e û eger plandarêştineke baş hebe dikare careke din ji cihê xwe rabibe û pirsgirêkên xwe çareser bike.

Sefiyedîn her wiha got: Amerîka bi anîna zextê li ser hin siyasetvanan rê nade ku ew reformên rasteqîn an jî bernameyên rizgarkirina welêt bixin rojeva karê xwe.

Serokê Konseya Cihanînê ya Hizbullaha Libnanê her wiha got: Amerîka tevahiya van zext û cinayet, xela, belengazî û aloziyê ji bo Rejîma Siyonîst li ser Libnanê disepîne.
 

Serepeyv