Îlon 18, 2022 15:50 Asia/Tehran
  • Êrişên Koalîsyona Siûdî ser Yemenê

Şervanên hevpeymaniya siûdî çendîn caran parêzgehên Marib, Teiz, Cuf, Sede, Hudeyde, Zale, El Beyza û Hecehê bombebaran kirin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a El-Mesîre, hevalbendiya siûdî di 24 saetên dawî de 161 caran agirbesta Yemenê binpê kiriye.

Koalîsyona Siûdî agirbesta Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kir û li ser parêzgehên Marib, Teiz, Cuf, Seede, Hudeyde, Zale, El-Beyza, Heceh û qadên operasyonê yên agirbesê, firînên keşfê pêk anîn.

Li gorî vê raporê, hêzên Hevpeymaniya Siûdî li dijî çeperên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha El-Beyzayê êrişên mûşekî kirin û di encamê de kesek hat kuştin.

Li gorî vê raporê, hêzên Hevpeymaniya Siûdî li parêzgehên Hudeyde, Teiz, Marib, Heceh, Seede, Cîzzan, Zale û Necran, çeperên artêş û komîteyên gelanî û malên welatiyên yemenî bi topxane û roket û hawanan hedef girtin. 

Eva di rewşekê de ye ku “Hans Grundberg” nûnerê taybet ê NY bo karûbarên Yemenê nêzîkî mehekê beriya niha rêkeftina aliyên yemenî ji bo dirêjkirina agirbestê bo 2 mehan ragehandibû.

Agirbesta li Yemenê ku ji aliyê Koalîsyona Siûdî ya êrîşkar ve gelek caran hatiye binpêkirin, piştî şêwirên Neteweyên Yekbûyî careke din hate dirêjkirin. Di meha borî de dirêjkirina 2 mehî ya vê agirbestê bi dawî bû, lê dîsa ev agirbest hat dirêjkirin.

Serepeyv