Îlon 10, 2022 15:09 Asia/Tehran
  • Endamên komeke DAIŞ'î li Libnanê ku ji Amerîkaya Latîn va dihat rêvebirin, hatin desteserkirin

Çavkaniyên libnanî ragihand, hêzên ewlehiyê yên vî welatî karîne endamên komeke DAIŞî ku ji Amerîkaya Latîn dihat birêvebirin, desteser bikin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Exbarê, Hêzên ewlehiyê yên Libnanê bi pêkanîna çend operasiyonan, heşt endamên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li navçeya El-Qer'ûnê ya ser bi Buqaya rojava bigirin.

Çavkaniyekî ewlehî û dadweriyê di vî warî da got: Di vê koma terorîstî da, sê endam ji kesên sereke yên DAIŞê bûn ku ji bo êrîşa li ser baregehên artêşa Libnanê û çend armancên din li vî welatî xwe amade dikirin.

Pênc endamên din jî ji wan kesan bûn ku çeteyên DAIŞê ew ji bo pêkanîna memûriyetê wergirtibûn.

Artêşa Libnanê Çarşemiya derbasbûyî jî qala girtina endamên DAIŞê kir û ragihand ku digel van kesan çek û cebilxaneyên cengî hebûne.

Serepeyv