Îlon 07, 2022 19:26 Asia/Tehran
  • Bikaranîna balafirên bêpîlot ên êrîşkar li dijî şervanên berxwedana Filistînê li Şerîa Rojava

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo sekinîna li ber operasyon û liv û tevgerên filistîniyan li Şerîeya Rojava, bona cara ewil biryara bikaranîna balafirên bêmirov daye.

Leşker û siyonîstên bajarokan her roj bi hincetên cuda gelê mezlûm ê Filistînê şehîd an jî birîndar û binçav dikin. Filistînî jî li hemberî sûc û cinayetên siyonîstan operasyonên berxwedanê li dar dixin.

Kanala 11 a televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand ku artêşa vê rejîmê bi niyaz e ku ji dronan bo kontrolkirina ewlehiya Şerîeya Rojava îstifade bike.

Di vê derbarê de, peyamnêrê leşkerî yê kanala Kan a Rejîma Siyonîst got: Fermandeyên artêşa Îsraîlê li Şerîeya Rojavayî hêzên xwe li ser çawaniya bikaranîna balafirên bêpîlot perwerde dikin û ji niha û pê de jî dê van balafirên bêpîlot bo rûbirûbûna filistîniyan an jî girtina wan bi kar bînin. 

Vê çavkaniya nûçeyan diyar kir ku li şûna girtina berxwedêran li Şerîeya Rojava ku mijareke dijwar û metirsîdar tê dîtin, artêşê biryar daye ku bi balafirên bêpîlot cihê wan ê veşartî bike armanc.

Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên siyonîstî îtiraf kirine ku ji destpêka sala 2022`an heya niha 7200 operasyonên berxwedanê li Şerîeya Rojavayî pêk hatine û Rejîma Siyonîst bi awayekî pratîk nekariye van şert û mercan kontrol bike.

Serepeyv