Îlon 03, 2022 16:10 Asia/Tehran
  • Keştiyeke şêrr a Tirkiyê li bendergeha Heyfayê lengir girt

Medyayên ibrî ragihand ku keştiyeke şêrr a tirkiyeyî hevrê digel keştiya şêrr a mûşekavêj a Amerîkayê li bendergeha Heyfayê ya bakûrê rojavayê erdên dagirbûyî yên Filistînê lenger girt.

Enqere û Til Avîvê vê dawiyê asayîkirina tam a peywendiyên xwe yên dîplomatîk ragihand. Yair Lapid serokwezîrê demkî yê Rejîma Siyonîst û Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê di nîveka duyem a Tebaxa 2022an da bi fermî ragihand ku peywendiyên du aliyan vegeriyaye rewşa asayî û bi zûtî Til Avîv û Enqere dê balyozên xwe tayîn bikin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Îtay Blomental nûçegihanê kanala ibrî ya Kanê bi weşandina hin dîmenan li Twittera xwe, ragihand ku ev keştî vê sibê gihîştiye qeraxên Heyfayê.

Blomental tevî amajeya bi vêya ku îhtimal heye bicihbûna vê keştiyê li Heyfayê wek beşeke meûriyeta geşt û gerrê li qada hêzên NATOyê be, ragihand ku lengergirtina keştiyên Tirkiyê li avên erdên dagirbûyî karekî rojane û asayî nîne.

Nûçegihanê kanala Kanê her wiha ragihand ku navê vê keştiya şêrr a tirkiyeyî, (F-247) TCG Kemalreis e û hevrê digel keştiya şêrr a mûşekavêj a Amerîkayê ya bi navê (DDG-98) USS Forrest Sherman'ê derbasî bendergeha Heyfayê bûye.

Serepeyv