Tebax 19, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • Mihemed bin Selman û Emar Hekîm li Cedeyê civiyan

Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistanê qala hevdîtina welîehdê vî welatî digel Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li bajarê Cedeyê kir.

Li gorî rapora roja Înê ya WASê, Mihemed bin Selman welîehdê Erebistanê di hevdîtina bi Emar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê da derbarê têkiliyên dualî û hin babetên din axîviye.

 

Di vê hevdîtinê da hin berpirsên Erebistanê ji wan Xalid bin Selman bin Ebdulezîz alîkarê wezîrê berevaniyê yê Erebistanê, Musayîd bin Mihemed El-Îban Şêwirmendê ewlehiya neteweyî û Ebdulezîz El-Şemerî balyozê Erebistanê li Bexdayê û her wiha seyid Muhsin Hekîm alîkarê Seyid Emar Hekîm jî beşdar bûn.

Seyid Emar Hekîm roja Pêncşemiyê derbasî Cedeyê bû û ji aliyê Welîd bin Ebdulkerîm El-Xerîcî alîkarê wezîrê derve yê Erebistanê va hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê da endamekî Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê hevrêtiya Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê dike.

 

 

Serepeyv