Tebax 03, 2022 09:53 Asia/Tehran
  • Agirbesa li Yemenê 2 mehên din hat dirêjkirin

"Hans Grundberg" nûnerê NY bo karûbarên Yemenê, êvariya sêşemiyê ragihand ku agirbesa li Yemenê hat dirêjkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê got: Armanca sereke ya agirbesa niha, gihandina alîkariyên şênber ji sivîlan û çêkirina hawîrdoreke guncaw ji bo bidestxistina çareseriyeke aştiyane ya kêşeyan bi riya pêvajoya siyasî ya berfireh e.

Li ser pêşniyara Neteweyên Yekbûyî, ji 2'ê Nîsanê li Yemenê agirbestek hate danîn ku piştî wê 18 keştiyên sotemeniyê gihêştin benderên Hudeydê û destûr hat dayîn ku li hefteyê du gerên hewayî yên hatûçûnê bo balafirgeha Senayê cih bê.

Tevî binpêkirinên dubare yên vê agirbestê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî, Hans Grundberg, nûnerê taybet ê NY bo karûbarên Yemenê, roja 2`ê Hezîranê ragihand ku agirbesê li Yemenê ji bo du mehan hatiye dirêjkirin û bêyî ku amaje bi binpêkirina vê agirbesê bike got ku hin rapor derbarê binpêkirina agirbesê ji aliyên şerker dane me.

Berî niha jî Mehdî El-Meşat, serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ragihandibû ku ji ber binpêkirinên bi dû hev ên agirbesê ji aliyê hevpeymaniya siûdî, agirbesta li Yemenê hema bêje têk çûye.

Serepeyv