Yekîtiya Ereban bertek nîşanî alûgorên Iraqê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i335570-yekîtiya_ereban_bertek_nîşanî_alûgorên_iraqê_da
Sekreterê gişt ê Yekîtiya Ereban li pey bûyerên Bexdayê ji hemû hêzên siyasî yên Iraqê xwest ku bilez ji bo rawestandina kêşeyan li vî welatî bixebitin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2022 05:49 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ereban bertek nîşanî alûgorên Iraqê da

Sekreterê gişt ê Yekîtiya Ereban li pey bûyerên Bexdayê ji hemû hêzên siyasî yên Iraqê xwest ku bilez ji bo rawestandina kêşeyan li vî welatî bixebitin.

Li gorî rapora IRNAyê, Cemal Ruşdî, Berdevkê Sekreterê gişt ê Yekîtiya Ereban her wiha got: Ehmed Ebul Xeyz Sekreterê gişt ê Yekîtiya Ereban ji nêzik va qeyrana niha ya li Iraqê dişopîne û ji rêberên vî welatî dixwaze ku berpirsyar bin.

Alîgirên Tevgera Sedir a Iraqê bi kombûna li navenda Bexdayê daxwaza lidarnexstina civîna parlimana vî welatî ji bo hilbijartina serokwezîr û serokomar kir.

Alîgirên Tevgera Sedir roja Şemiyê bo cara duyem di çar rojên derbasbûyî da derbasî Herêma Kesk a navenda Bexdayê bûn û li nav parlimanê ketin grevê.