Tîrmeh 22, 2022 08:47 Asia/Tehran
  • Rayedarê leşkerî yê amerîkî derbarê serdestiya asimanî ya Îranê li navçeyê mukir hat

Fermandarê Hêza asimanî ya Navenda Fermandetiya CENTCOM'ê ya artêşa Amerîkayê got ku Îranê li rojavayê Asyayê serdestiya asimanî bi dest xistiye.

Li gorî gotina rayedar û karzanên amerîkî, dronên Îranê ji dronên herî pêşketî yên cîhanê ne.

Li gorî rapora Washington Postê, Alêksos Grînkovîç, Fermandarê nû yê Hêza asimanî ya Navenda Fermandetiya CENTCOM'ê ya artêşa Amerîkayê (Fermandetiya navendî ya Amerîkayê li Rojavayê Asyayê û Bakûrê Afrîqayê) ragihand: Tevî ku balefirên şêrr ên Amerîkayê hema wisa li asimanê Rojavayê Asyayê serdest in, lê nikarin pêşiya Îranê bigirin.

Vî rayedarê leşkerî yê Amerîkayê her wiha got: Îranê bi palpiştiya dronên xwe taktîkên xwe saz kirine û pêşketinên berbiçav bi dest xistine.

Grînkovîç her wiha di dewamê da, pûçkirina gefa dronên Îranê û jinûva-bidestxistina serdestiya asimanî ya tam li Rojavayê Asyayê ji armancên xwe yên girîng wek Fermandarê Hêza asimanî ya Navenda Fermandetiya CENTCOM'ê ya artêşa Amerîkayê da zanîn.

Wî di beşeke din a gotinên xwe da derbarê bandora Rûsiye û Çînê li navçeyê wek du hêzxurtên aborî û leşkerî nîgeraniya xwe diyar kir û got: Amerîkayê aniha bala xwe daye ser sekinîna li hemberî bandora van du welatan li Rojhilata Navînê.

 

Serepeyv