Tîrmeh 06, 2022 22:41 Asia/Tehran
  • Teqîna otombîleke bombekirî li herêmên dagirkirî

Medyaya Îbranî ragihand ku di encama teqîna otombîleke bombekirî de li bakurê herêmên dagirkirî bi destê Rejîma Siyonîst, kesek hatiye terorkirin.

Li gorî rapora Kanala 12`ê ya televîzyona Rejîma Siyonîst; Çavkaniyên Îbranî ragihandin ku îro (çarşemê) danê nîvro li nêzîkî encûmena xwecihî ya “Zixron Yaqûb” (bakurê navçeyên dagîrkirî) otomobîleke bombekirî teqiya.

Li gor vê raporê, di encama teqîna vê otombîlê de kesek hatiye kuştin û hêzên hawargihandinê jî yekser giheştine cihê bûyerê.

Li gor vê raporê, piştî teqînê, otomobîla navborî li stûnekê da û hêzên polîs jî yekser xwe gihandine cihê bûyerê.

Kanala 12`ê ya televîzyona Rejîma Siyonîst dibêje ku polîs derbarê berûlayên veşartî yên vê teqînê lêkolînê dike. Çavkaniyên Îbranî jî ragihandin ku heta niha nasnama kesê ku hatiye kuştin nehatiye diyarkirin.

Serepeyv