Hezîran 25, 2022 17:40 Asia/Tehran
  • Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê: Mixabin hin ereban deriyên xwe li ser Til Avîvê vekirine

Endamê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Mixabin dewletên erebî çavê xwe li ser berxwedana gelê Filsitînê girtine û zêdetir ji berê deriyên xwe li ser Rejîma Siyonîsst vekirine.

Ziyad Nexale, Sekreterê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê îro li konferansa "Netewperestiya Erebî-Îslamî" li Beyrûtê ragihand ku Rejîma Siyonîst piştî ku nekarî vîna gelê Filistînê têk bide, hewil dide bi dorpêçkirina wî gelî ji derva, rêyên alîkariya bo Filistînê qut bike.

Nexale tekez kir: Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di salên dawiyê da hertim derbarê lihevkirinama Osloyê hişyarî dabû û roja îro em li Filistînê tûşî dûhatên vê lihevkirinê bûne.

Wî her wiha got: Mixabin em dibînin ku hin paytextên erebî deriyên xwe li ser vê rejîmê vekirine.

Di vî halî da enestîtûya siyonîstî ya Peace Now'ê bi weşandina raporekê ragihand: Asta bajarokçêkirinên li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê (Şerîeya Rojava) di serdema serokwezîrtiya Naftalî Bennett da bi qasî sedî 60 zêdetir ji serdema Bênyamîn Netanyahû bûye.

Hevdem serokê ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filsitînê (HAMAS) got: Berxwedan hema wisa zêdekirina hêza xwe heta dema rizgarkirina Filistînê ji Nehrê heta Behrê bdiomîne.

Îsmaîl Heniye di konferansa "Netewperestiya Erebî-Îslamî" li Beyrûtê tekez kir: Şerê Seyf ul-Qudsê (Şûrê Qudsê) xaleke girîng a werçerxanê di têkoşînên dijî Rejîma Siyonîst tê hesab.

Serepeyv