Hezîran 17, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Welîehdê Erebistanê dê serdana Tirkiyê bike

Hat ragihandin Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman dê serdana Tirkiyê bike û bi Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan re bicive.

Du rayedarên Hikûmeta Tirkiyê ku nexwestine navên wan were eşkerekirin ji AFPê re ragihandiye ku Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman dê di 22ê Hezîrana 2022an de serdana Tirkiyê bike.

Wan diyar kiriye ku biryar e Mihemed Bin Selman bi Receb Teyib Erdoxan û rayedarên din ên payebilind re li Enqereyê bicive lê heta niha cihê civînê nehatiye ragihandin.

Di Cotmeha 2018an de rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşikçi yê ku bi helwesta xwe ya dijî desthilatdarên Erebistana Siûdî dihat naskirin, di nava konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê de hatibû kuştin.

Kuştina Qaşikçi têkiliyên di navbera Enqere û Riyazê de ji hev xistibû û ji bo zêdetirî 3 sal û nîvan Mihemed Bin Selman jî ji medya û geştên navneteweyî dûr xistibû.

Serepeyv