Hezîran 11, 2022 18:42 Asia/Tehran
  • Li Yemenê di encama teqîna çend maynan de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê ragihandin ku bi sedema teqîna çend maynan li deverên cuda yên Yemenê 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê El-Mesîre, Navenda Cîbicîkar a Îmhakirina Mayinan li Yemenê ragihand ku li hefteya yekê ya vê mehê ji ber teqîna mayinên ku ji hêla Hevalbendiya Siûdî ve li bajarên Seide, El-Hudeyde, Teiz û Nehêmê hatine danîn teqiyan 3 sivîla jiyana xwe ji dest dan û 18 sivîl jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve Koalîsyona Siûdî jî di 24 saetên derbasbûyî de bi mûşek, top û balafirên keşfê 47 caran agirbesta li Yemenê binpê kir.

Eva di rewşekê de ye ku nûnerê taybet ê NY bo Yemenê roja 9`ê Hezîranê ragihandibû ku aliyên nakok li Yemenê li ser dirêjkirina agirbestê bo du mehên din li hev kirine.

Li ser pêşniyara Neteweyên Yekbûyî di 2'ê Nîsanê de li Yemenê agirbestek ji bo du mehan hate îlankirin ku xala wê ya herî girîng ketina 18 keştiyên sotemeniyê nav benderên El Hudeydê û destûrdayîna her hefteyî 2 caran hatûçûna balafiran bo Balafirgeha Senayê.

Serepeyv