May 28, 2022 13:57 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê, Rejîma Îsraîlê bi qedexekirina pêwendiyan bi vê rejîmê re hêrs kir

Rejîma Îsraîlê derxistina qanûna qedexekirina pêwendiyan li parlemana Iraqê şermezar kir û ew weke qanûneke dûrî rastiyê bi nav kir.

Wezareta Derve ya Rejîma Siyonîst bi daxuyaniyekê ragihand: “Em biryara Parlemana Iraqê ya pesendkirina qanûna li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayên giran bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”

Vê Rejîmê herwiha îdia kiriye ku parlemana Iraqê û rayedarên vî welatî bi vê qanûnê gelê Iraqê ji rastiyê dûr dike û zirarê digihînin wan.

Wezareta Derve ya Rejîma Siyonîst di beşeke din a daxuyaniya xwea de ji gelê Iraqê xwestiye: "piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin".

Wezareta Derve ya Rejîma Îsraîlê herwiha îdia kiriye: “Rêkeftinnamên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”

Roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlemana Iraqê Projeqanûna qedexekirina asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Îsraîlê re bi piraniya dengan pesend kir.

Serepeyv