Yekem firrîna bazirganî ji balefirgeha Senayê piştî 6 salan bo Urdinê pêk hat
May 16, 2022 20:44 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan qala yekem firîna bazirganî ji balefirgeha navneteweyî ya Senayê ber bi Urdinê va piştî 6 salan kir.
Îro yekemîn firîna bazirganî ji balefirgeha navneteweyî ya Senaya paytexta Yemenê piştî 6 sal rawestanê ji aliyê hevpeymaniya siûdî va, ber bi Urdinê pêk hat.
Dewleta isstîfakirî ya Yemenê ku di bin bandora hevpeymaniya Siûdî da ye, vê dawiyê qebûl kiriye ku di çarçova plana agirbesa dumehî ya Yemenê, rêwîtiyên xwedî pasportên dayî ji dewleta Senayê bo derveyî Yemenê biçin.
Berpirsên dewleta rizgariya neteweyî ya Yemenê bi caran ragihandiye ku hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî heta niha sozdarê agirbesê nebûne û bi sedan carî ew binpê kirine.